Zebûr 3

Zebûr 3

Zebûra Dawid, çaxê ku ji kurê xwe Abşalom reviya.

1 Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min,

Gelekan serî rakir li ber min.

2 Gelek kes li ser min dibêjin:

«Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne.»

3 Belê tu ya Xudan, tu mertal î li hawirdora min,

Tu yî, berzî û serbilindiya min.

4 Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan,

Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.

5 Ez razam di xew re çûm,

Ez cardin hişyar bûm, çimkî Xudan ji min re bû destek.

6 Tirsa min,

Ji peraniya ku çaralî dor li min pêçaye tune.

7 Ya Xudan rabe, ey Xwedê min xelas ke,

Li çena hemû dijminên min xe,

Diranê xeraban bişikîne.

8 Xelasî bi Xudan e,

Bila bereketa te li ser gelê te be.