Zebûr 29
Zebûra Dawid.
1 Ey hebûnên ezmanî,
Pesnê hêz û berziya Xudan bidin,
2 Pesnê mezinahiya navê Xudan bidin.
Di rewneqiya wî ya pîroz de, li ber Xwedê herin ser çokan.
3 Dengê Xudan li ser avan e,
Xwedayê berziyê digurme,
Xudan li ser gellek avan e.
4 Dengê Xudan hêzdar e,
Dengê Xudan haşmetkar e.
5 Dengê Xudan darên sedîr dişikêne,
Sedirên Lubnanê dike par bi par.
6 Û ew Lubnanê wek golik,
Çiyayê Sîrîonê wek mozikê boxê kuvî hildavêje.
7 Dengê Xudan wek brûskê davêje,
8 Dengê Xudan çolê dihejîne,
Xudan çola Qadeşê dihejîne.
9 Dengê Xudan xezalan dide zayin,
Pelên daristanan diweşîne.
Li perestgeha wî herkes «Berzî» diqîre.
10 Xudan li ser tofanê li textê xwe rûnişt,
Ewê her û her padîşah bimîne.
11 Xudan hêz dide gelê xwe,
Gelê xwe bi aştî pîroz dike!