Zebûr 28

Zebûr 28

Zebûra Dawid.

1 Ya Xudan, ez gazî te dikim,

Ey zinarê min, tu negire gohê xwe li min;

Eger tu gohê xwe nedî min,

Ezê bibim wek wanên ku dişeqitin gorê.

2 Gava ku min li te kir hawar,

Destên xwe vekir li pêş perestgeha te ya pîroz,

Bibihîze dengê hawara min.

3 Min bi xerab û fesadîkiran re,

Neke eynî mêzînê.

Ew ji cîranên xwe re aştî dibêjin,

Belê di dilê wan de xerabî heye.

4 Li gor kirinên wan, li gor karên wan ên xerab bide wan;

Li gor karên destê wan, ya ku heq kirine tu bide wan.

5 Madem ku ew bala xwe nadin karên destê wî,

Û nahesibînin kirinên Xudan,

Ewê hilweşîne, ava neke wan.

6 Pîroz be Xudan,

Çimkî wî bihîst dengê hawara min.

7 Hêz û mertalê min e Xudan,

Dilê min bi wî ewle, bi wî alîkarî dît.

Bi şabûna dilê xwe,

Spas dikim jê re bi îlahiyan.

8 Xudan, hêza gelê xwe ye,

Kela rizgariya mesîhê xwe ye.

9 Gelê xwe rizgar ke, mîrasa xwe pîroz ke;

Şivantiyê bike li wan û hergav hilgire wan!