Zebûr 23

Zebûr 23

Zebûra Dawid.

1 Xudan şivanê min e,

Çênabe kêmahiya min.

2 Min vedizelîne li ser mêrgên şîn,

Li qeraxên avên aram, min dide meşîn.

3 Teze dike canê min,

Bi saya navê xwe min di riyên rast de dide meşîn.

4 Ez di newala mirinê ya tarî re derbas bim jî,

Natirsim ji xerabiyê.

Çimkî tu bi min re yî, tu yî li ba min.

Çoyê te, darê te rihetiyê dide min.

5 Li pêş dijminên min tu ji min re datînî sifrê,

Û tu bi rûn dikî serê min,

Difûre kasa min.

6 Wê di hemû jîna min de,

Qencî û kerem li pey min bimeşe.

Û ezê hergav di mala Xudan de rûnêm.