Zebûr 15

Zebûr 15

Zebûra Dawid.

1 Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te?

Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?

2 Yên ku bêkêmahî dijîn, ya rast dikin,

Û ji dil ya rast dibêjin.

3 Ew ku, bi zimanên xwe nakin buxtan,

Xerabî nakin bi dostan,

Ruswa nakin cîranan.

4 Ew ku, zilamên rezîl kêm dibînin,

Belê yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin.

Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê.

5 Perê xwe nade faîzê,

Li hember bêsûc bertîlê nastîne.

Yê ku vana dike wê tu car veneleqe.