Zebûr 14

Zebûr 14

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.

1 Yê bêaqil di dilê xwe de, «Xwedê tune» dibêje.

Mirov xera bûn, karê xerab serî hildan û çûn.

Nema kesî qencîker.

2 Xudan ji jor ve li mirovan dimeyzîne,

Ka gelo ewê yên şehreza û li Xwedê digerin bibîne.

3 Hemû ji rê derketin,

Bi hev re bûn mirdar.

Kesî qencîker tune,

Tenê yek nîne.

4 Ma yên ku sûc dikin nabînin?

Wek ku nan bixwin, gelê min dixwin.

Û bang nakin Xudan.

5 Li wir wê bitirsin, bikevin sawan.

Çimkî li alî kesên rast e Xudan.

6 Hûn biçûk dibînin şîreta bindestan,

Belê wan xwe spartiye Xudan.

7 Xwezî xelasiya Îsraêlê ji Siyonê bihata!

Gava ku Xudan xelqê xwe ji surgûnê bîne,

Wê ji Aqûb re şadî, ji Îsraêl ê re dilşadî bîne.