Zebûr 13

Zebûr 13

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.

1 Heta kîngê ya Xudan,

Ma tê her û her jibîr bîkî min?

Heta kîngê rûyê xwe veşêrî ji min?

2 Her roj, bi dilê bi keder a qirase,

Heta kîngê wê bajo ev waswase?

Heta kîngê wê dijminê min bi ser keve?

3 Halê min bibîne ya Xudan, bersîva min bide,

Çavên min veke, da ez nekevim xewa mirinê.

4 Da ku dijminê min nebêje «Min ew têk bir,»

Bi lerizîna min nebe dilşad û kêfkir.

5 Bi hezkirina te ez bûm ewledar,

Dilê min bi xelaskirina te bextewar.

6 Ezê ji Xudan re lavijan bêjim,

Çimkî wî ji min re kir comerdî.