Zebûr 12
Ji bo şefê muzîkê, bi sazên heşt têl re,
Zebûra Dawid.
1 Xelas ke ya Xudan, dilsoz neman,
Diqedin mirovên ewle li nav mirovan.
2 Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje,
Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.
3 Wê Xudan, lêva hemû xweşekan,
Devê hemû zimandirêjan bibirre.
4 Ew ku «Em bi zimanê xwe serdest derdikevin,
Lêvên me yên me ne,
Kî efendiyên me ne?» dibêjin.
5 Ji ber bindestiya mexdûran,
Ji nalîna feqîran,
Xudan dibêje: «Niha ezê rabim,
Aştiya ku wan bêrî kiriye ava kim.»
6 Gotinên pak in gotinên Xudan;
Dimînin wî zîvê ku bi agirê tenûrê,
Heft caran hatiye dadan.
7 Tu wan biparêze ya Xudan,
Dûr bigire ji vî nifşê xeraban!
8 Çaxê ku nizmîyê di nav mirovan de dît raxbet,
Xerab û xerabî li her derê derket.