Zebûr 11
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
1 Ez xwe dispêrim Xudan,
Hûn çawa ji bo min dibêjin,
«Wek çivîkan bireve çiyan.
2 Binêre li xeraban,
Dişidînin kevanan,
Ji bo ku di tariyê de bavêjin yên dilpak,
Ditikînin tîran.
3 Çaxê bingeh hilweşîn,
Dikare çi bike zilamê rastîn?»
4 Li perestgeha pîroz e Xudan,
Textê wî li ezmanan,
Ew her kesî dibîne,
Hemû mirovan diceribîne.
5 Yê rast diceribîne Xudan,
Ji yê xerab, ji yê zordar aciz e, ji can.
6 Wê li ser xeraban terafa agir û kewkurtê bibarîne,
Wê para wan bikeve kasa bayê ku dişewitîne.
7 Çimkî Xwedê rast e, ji rastiyê hez dike;
Li ber mirovê rast rûyê xwe vedike.