Zebûr 1
1 Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraban rêve naçe,
Bi pey gunehkaran nakeve,
Li komela tinazkaran rûnanê.
2 Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne,
Û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire.
3 Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn,
Meywa xwe di demê de dide,
Pelê wê naçilmise.
Her karê ku dike qenc dike.
4 Xerab ne weha ne,
Wek hûrikê kayê ne ku ba lê dixe û dibe.
5 Loma di dadbarkirinê de rast dernakevin,
Û gunehkar li civata qencan ranawestin.
6 Çimkî Xudan riya qencan dizane,
Belê riya xeraban neman e.