Boaz bi Rûtê re Dizewice
1 Boaz çûbû û li ber derê bajêr rûniştibû. Gava ew merivê nêzîktir ê ku Boaz behsa wî kiribû, di wê derê re derbas dibû, bangî wî kir û got: «Keremke were rûne.» Zilam jî hat û li kêleka Boaz rûnişt.
2 Piştre Boaz ji rihspiyên bajêr deh kes civandin û ji wan re got: «Hûn jî keremkin werin.» Ew jî rûniştin.
3 Boaz ji xwediyê nêzîktir re got: «Naomiya ku ji diyarê Moavê ziviriye, zeviya merivê me Elîmelek difiroşe.
4 Ez jî li pêş yên ku li vir rûniştine û rihspiyên gelê me ne, ji bo ku tu vê zeviyê bikirî meselê ji te re dibêjim. Heger tu dixwazî wezîfeya xweyîtiya xwe bikî, bike; heger tu naxwazî, ji min re bêje, da ku ez bizanim. Çimkî ev wezîfe pêşî dikeve ser te, piştî te jî ser min.»
Zilam got: «Ezê wezîfeya xweyîtiya xwe ya nêzîktir bikim.»
5 Boaz got: «Lê belê gava ku tu zeviyê ji destê Naomî bikirî, ji bo ku navê yê mirî li ser mîras bimîne, divê tu jina wî ya Moavî, Rûtê jî ji xwe re bînî.»
6 Xwediyê nêzîktir got: «Heger wisa be, ez nikarim wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim; ez bikim, mîrasa min bi xwe dikeve talûkê. Tu bi xwe mafê xweyîtiya min bistîne, çimkî ez nikarim bikim.»
7 Berê li Îsraîlê, ji bo bicihanîna wezîfeya xweyîtiyê û firotina milk adet ev bû: Ji bo erêkirina kar, yekî çaroxa xwe derdixist û dida yê din û bi vî awayî kar bi şahidî diqediya.
8 Loma zilamê ku xwediyê nêzîktir bû got: «Tu bi xwe bikire» û çaroxa xwe derxist û da Boaz.
9 Boaz ji yên rihspî û hemû kesî re got: «Hûn îro şahid in ku min her tiştê Elîmelek, her tiştê Kîlyon û Maxlon ji destê Naomî kirî.
10 Ez jina Maxlon a jinebî, Rûta Moavî ji xwe re tînim, da ku navê Maxlonê mirî bi mîrasa wî re bajo, li nav birayan û bajarokê wî bimîne. Hûn îro ji vê re bûn şahid.»
11 Hemû xelkê li ber dergehê bajêr û rihspiyan got: «Erê, em şahid in. Xudan wê jina ku tê mala te, bike wek Rahêl û Leaya ku mala Îsraîlê ava kirin. Tu li nav binemala Efrata dewlemend bî û li Bêtlehmê navdar bî.
12 Bila mala te, bi zarokên ku Xudan ji vê jinê bide te, wek mala Peres be, ku Tamarê ji Cihûda re anî.»
Bavistaniya Dawid
13 Boaz Rût ji xwe re anî û çû ba wê. Bi kerema Xudan ew bi zaro ma û wê kurek anî.
14 Paşê jinan ji Naomî re got: «Xudan pîroz be, wî îro te bêxweyî nehişt. Bila navê lawik li Îsraîlê bê naskirin.
15 Ewê jiyana te nû bike û di pîrîtiya te de, te xweyî bike. Çimkî bûka te ya ku ji heft kuran çêtir e û ji te hez dike, ew anî dinê.»
16 Naomî kurik hilda û kir hembêza xwe û jê re pîriktî kir.
17 Jinikên cîran gotin: «Ji Naomî re kurek çêbû» û wan nav lê danîn. Wan navê Ovêd li lawik kirin. Ovêd bavê Yêşa, Yêşa jî bavê Dawid e.
18 Zuriyeta Peres wiha ye: Peres bavê Hesron e,
19 Hesron bavê Ram e, Ram bavê Ammînadav e,
20 Ammînadav bavê Nahşon e, Nahşon bavê Salmon e,
21 Salmon bavê Boaz e, Boaz bavê Ovêd e,
22 Ovêd bavê Yêşa ye, Yêşa jî bavê Dawid e.