Rût 3

Rût û Boaz

1 Xesûya Rûtê Naomî jê re got: «Keça min, ma ji bo qenciya te, ez ji bo te li mêrekî negerim, da ku maleke te jî hebe?

2 Ma niha ev Boazê ku tu bi keçikên wî yên xizmetkar re dimînî ne merivê me ye? Binêre, îşev Boaz li ser bênderê ceh didêre.

3 Tu serê xwe bişo, bêhnên xweş li xwe bike, xwe bixemilîne û here ser bênderê. Lê heta ew xwarin û vexwarina xwe neqedîne, tu xwe nîşanî wî nede.

4 Wextê xewê, cihê razana wî hîn bibe, piştre here lihêfa ji ser lingên wî rake û li wê derê raze.Tiştê ku divê tu bikî, ewê ji te re bêje.»

5 Rûtê ji wê re got: «Her tiştê ku tu dibêjî ezê bikim.»

6 Ew çû ser bênderê û her tiştê ku xesûya wê jê re gotiye kir.

7 Piştî ku Boaz xwar û vexwar kêfa wî hat cih û çû li kêleka lodê raza. Rûtê jî bi dizîka hat, lihêfê ji ser lingên wî rakir û raza.

8 Nîvê şevê Boaz ji nişkave hişyar bû û zivirî, dît ku va ye jinek li ber lingên wî razayî ye.

9 Wî jê re got: «Tu kî yî?»

Wê got: «Ez Rût im, xizmetkara te. Bi min re bizewice, wezîfeya xwe bike. Çimkî tu xwediyê me yî.»

10 Boaz got: «Keça min, Xudan ji te razî be. Ev qenciya te ya niha, ji ya berê jî mezintir e. Çimkî çi feqîr, çi dewlemend tu li pey xortan neketî.

11 Û niha keça min, tu netirse, her ya ku tu dixwazî ezê bikim. Çimkî hemû kesê li vî bajarokî dizane ku tu jineke hêja yî.

12 Rast e, ez xwediyekî we yê nêzîk im. Lê merivekî hê ji min nêzîktir heye.

13 Tu îşev li vir bimîne. Heger sibê ew, wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike, baş e; bila bike. Lê heger ew nexwaze wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim ku ezê wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Tu heta serê sibê raze.»

14 Rût heta serê sibê li ber lingên wî raza. Beriya ku dinya ronahî bibe û mirov hev bifesilînin, ew rabû. Çimkî Boaz got: «Divê kes nizanibe ku jinek hatiye ser bênderê»

15 û ji Rûtê re got: «Wê şala ser pişta xwe derîne û veke.» Çaxê Rûtê şala xwe vekir, wî şeş elbik ceh berda şala wê û li pişta wê kir. Rût zivirî bajarok.

16 Gava Rût bi şûn ve zivirî, xesûya wê jê re got: «Çawa çêbû keça min?»

Rûtê her tiştê ku Boaz ji bo wê kiribû behs kir

17 û got: «Wî ev şeş elbik ceh da min û ji min re got: ‹Destvala neçe ba xesûya xwe.›»

18 Naomî got: «Keça min, heta ku tu hîn bûyî ka ev kar çawa çêdibe, sebir bike. Çimkî Boaz, îro heta vî karî neqedîne nasekine.»