Rût 2

Rasthatina Rût û Boaz

1 Bi navê Boaz merivekî Naomî hebû. Ew ji binemala mêrê wê Elîmelek bû. Boaz zilamekî navdar û dewlemend bû.

2 Rojekê Rûta Moavî ji Naomiyê re got: «Destûr bide min ez herim zeviyê, li pey zilamekî xêrxwaz efara simbilan bikim.»

Naomî jê re got: «Here keça min.»

3 Îcar Rût çû, li pey paleyan simbil efare kirin. Ew bi rasthatinî çûbû zeviya Boazê ku ji binemala Elîmelek bû.

4 Boaz ji Bêtlehmê dihat; wî ji paleyan re got: «Xudan bi we re be.»

Dasvanan jî lê vegerand û gotin: «Xudan ji te razî be.»

5 Piştre Boaz ji xulamê xwe yê ku li ser serê paleyan disekinî re got: «Ev jina ciwan kî ye?»

6 Xulamê ku li ser serê dasvanan bû got: «Ev ew jinika ciwan a Moavî ye. Ew ji diyarê Moavê bi Naomî re hatibû.»

7 Wê ji min re got: «Ji kerema xwe destûr bide min ku ez efara simbilan bikim, yên ku ji ber qevdên wan mane bicivînim.» Ji serê sibê heta niha ew xebitî, wê gelek kêm li bin holikê bêhna xwe veda.

8 Boaz ji Rûtê re got: «Guh bide keça min! Ji bo civandina simbilan neçe zeviyeke din, ji vir neqete û li vir li ba keçikên me yên xizmetkar bimîne.

9 Bila çavê te, li ser zeviyê be ku dasvan didirûn. Bide pey wan. Min emir da xulamên xwe ku kes têkilî te nebe. Tu kengê tî bûyî, here ji ceran ava bîrê vexwe.»

10 Rûtê xwe xwar kir, deverû çû erdê û jê re got: «Tevî ku ez xerîb im, gelo çima te ez nêzîkî xwe dîtim û qenciyê bi min kir?»

11 Boaz lê vegerand û got: «Her tiştê ku te piştî mirina mêrê xwe ji bo xesûya xwe kiriye, ji min re hat gotin. Te dev ji diya xwe, bavê xwe û welatê ku tu lê hatî dinê berda û hatî nav gelekî ku te ji berê ve pê nizanibû.

12 Xudan qenciya te bîne pêşiya te. Bila Xwedayê Îsraîlê Xudan ku tu hatî xwe bispêrî bin çengên wî, bi comerdî te xelat bike.»

13 Rûtê got: «Te qencî bi min kir ezbenî, bi ser ku ez ne yek ji keçikên te yên xizmetkar im jî, bi gotinên xwe yên xweş te ez biste kirim.»

14 Çaxê xwarinê, Boaz ji Rûtê re got: «Were vir, nan hilde, pariyê xwe di nav sihikê re bike û bixwe.»

Rût li ba dasvanan rûnişt. Boaz firîkên qelandî dayê, wê têr xwar û hinek jî hilanî.

15 Gava ku Rût ji bo efarekirina simbilan rabû, Boaz li xulamên xwe emir kir û got: «Bila ji nav qevdan ji xwe re efare bike, jê re nebin asteng.

16 Heta ji bo wê, hin simbilan ji qevdan biqetînin û deynin erdê da ku efare bike. Wê qet neşkênin.»

17 Bi vî awayî Rûtê heta êvarê li nav zeviyê simbil efare kirin. Wê simbilên ku efare kirin kuta û bi qasî efayekê cehêwê çêbû.

18 Wê cehê xwe da pişta xwe û hat bajêr. Xesûya wê, cehê ku efare kiriye dît. Rûtê, ji xwarina ku ji ber wê maye da xesûya xwe.

19 Xesûya wê jê re got: «Te îro li ku derê efara simbilan kir, tu li ku derê xebitî yî? Xêr li wî zilamî be ku ev qencî bi te kiriye.»

Rûtê behsa zilamê ku li zeviya wî xebitiye kir û got: «Navê zilamê ku ez îro li zeviya wî xebitîm Boaz e.»

20 Naomî ji bûka xwe re got: «Xudan wî zilamê ku qenciyê bi saxan û bi miriyan jî dike pîroz bike.» Piştre Naomî got: «Ew zilam merivê me ye, yek ji wan e ku li gorî Şerîetê divê adeta xweyîtiyê li me bike.»

21 Rûta Moavî wiha got: «Bi ser de ji min re got: ‹Heta ku zilamên min hemû karê dirûnê biqedînin tu bi wan re bimîne.›»

22 Naomî ji bûka xwe Rûtê re got: «Keça min, çêtir e ku tu bi keçikên wî yên xizmetkar re herî; heger na, li derên din dikarin te aciz bikin.»

23 Rût heta dawiya dirûna ceh û genim, ji bo berhevkirina simbilan ji keçikên xizmetkar ên Boaz veneqetiya û li ba xesûya xwe ma.