Rût 1

Xela û Koçkirina Mala Elîmelek

1 Di dema ku desthilatdaran serwerî dikir de, li Îsraîlê xelayê dest pê kir. Zilamekî ji bajarokê Bêtlehma Cihûdayê, bi jina xwe û du kurên xwe re çû diyarê Moavê ku hinekî li wir bimîne.

2 Navê zilamê Elîmelek, navê jina wî Naomî û navê kurên wî Maxlon û Kîlyon bûn. Ew ji Bêtlehma Cihûdayê, ji binemala Efrat bûn û çûbûn ku li diyarê Moavê bijîn.

3 Gava ku mêrê Naomî Elîmelek mir, ew bi herdu kurên xwe re tenê ma.

4 Herdu kur jî bi keçên Moavî re zewicîn. Navê yekê Orpa, navê ya din Rût bû. Piştî ku wan deh salan li wê derê jiyana xwe borandin,

5 Maxlon û Kîlyon mirin. Bi vî awayî Naomî ji mêrê xwe û herdu kurên xwe bû.

Naomî û Rût Vedigerin Bêtlehmê

6 Çaxê Naomî, ji diyarê Moavê bihîst ku Xudan hatiye alîkariya gelê wê û xwarin daye wan, wê û herdu bûkên xwe amade kirin ku bizivirin.

7 Ew bi herdu bûkên xwe re ji wê derê bi rê ketin da ku bizivirin welatê Cihûdayê.

8 Di rê de Naomî ji herdu bûkên xwe re got: «Bizivirin malên dayikên xwe, we çawa ji bo miriyên xwe û ji min re qencî kir, bila Xudan jî wisa qenciyê bi we bike.

9 Xudan ji we herduyan re jî, li mala mêrên we yên nû rihetiyê bide we.» Piştre wê herdu jî ramûsan û ew bi deng giriyan.

10 Wan ji Naomiyê re got: «Na, emê bi te re bizivirin ba gelê te.»

11 Lê Naomî got: «Bi şûn de bizivirin keçên min, ma hûnê çima bi min re werin? Ma di malzaroka min de, tu kurên min ê ku ewê ji we re bibin mêr hene?

12 Vegerin herin keçên min. Bi qasî ku careke din nezewicim pîr bûme. Ez bêjim hêviya min heye, ez îşev herim mêr û kuran bînim,

13 ma hûn dikarin li benda mezinbûna wan bisekinin? Ma hûn dikarin heta wê demê mêr nekin? Na keçên min, êşa min ji ya we mezintir e. Çimkî Xudan felaketê bi ser min de anî.»

14 Ew careke din bi dengekî bilind giriyan. Orpa xesûya xwe ramûsa û xatir jê xwest, lê Rûtê ew hembêz kir û pê re ma.

15 Naomî ji Rûtê re got: «Binêre, jintiya te zivirî gelê xwe û îlahê xwe. Tu jî li pey jintiya xwe here.»

16 Lê Rûtê got: «Zorê li min neke ku ez dev ji te berdim û li pey te neyêm. Çimkî tu herî ku derê, ezê bêm wê derê; tu li ku derê bimînî ezê jî li wê derê bimînim. Wê gelê te bibe gelê min, wê Xwedayê te bibe Xwedayê min.

17 Tu li ku derê bimirî ezê jî li wê derê bimirim û li wê derê bêm veşartin. Ji mirinê pê ve, heger ji ber sedemeke din ji te biqetim, bila Xudan ya xerabtir bîne serê min.»

18 Çaxê Naomî dît ku Rûtê biryar daye ewê bi wê re here, êdî wê tiştek din ji wê re negot.

19 Herdu jî heta ku bigihîjin Bêtlehmê meşiyan. Hatina wan tevahiya Bêtlehmê rakir ser piyan. Jinan ji hev re got: «Ma Naomî ev e?»

20 Naomî ji wan re got: «Ji min re nebêjin Naomî, ji min re bibêjin Mara.Çimkî Xwedayê Karîndar bi min gelek da kişandin.

21 Ez têr û tije çûm, lê belê Xudan ez destvala bi şûn de şandim. Madem Xudan tengahî bi min da kişandin û Karîndar xerabî anî serê min, hûnê çima ji min re bibêjin Naomî?»

22 Naomî bi bûka xwe ya Moavî Rûtê re ji diyarê Moavê zivirî. Ew di dema hilanîna ceh de gihîştin Bêtlehmê.