Zebûr 98

Zebûr 98

Zebûr.

1 Ji Xudan re lavijek nû bixwînin,

Çimkî wî karên nedîtî kir,

Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî.

2 Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin,

Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da.

3 Hezkirin û dilsoziya xwe ya,

Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî;

Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît.

4 Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin!

Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan!

5 Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan,

Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan!

6 Bi zirnê û bi dengê boriyan,

Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin.

7 Bila derya û tijebûna wê,

Dinya û yên lê rûdinên biqîrin.

8 Bila çem, li çepikan xin,

Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan.

9 Çimkî ew tê,

Da ku dadbar bike dinê bi edaletê,

Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike.