Zebûr 150
1 Pesnê Xudan bidin!
Li perestgeha wî ya pîroz pesnê Xwedê bidin!
Li ezmanên ku hêzdariya wî nîşan didin, pesnê wî bidin!
2 Ji bo karên wî yên hêzdar pesnê wî bidin!
Li gor mezinahiya wî ya bêdawî pesnê wî bidin!
3 Bi dengê boriyê pesnê wî bidin!
Bi çengê û bi lîrê pesnê wî bidin!
4 Bi tefê û bi reqsê pesnê wî bidin!
Bi saz û bi neyê pesnê wî bidin!
5 Bi dengê zengilan pesnê wî bidin!
Bi zengilên dengdar pesnê wî bidin!
6 Bila hemû yên bi nefes, pesnê Xudan bidin!
Pesnê Xudan bidin.