Zebûr 149

Zebûr 149

1 Pesnê Xudan bidin!

Lavijeke nû ji Xudan re bêjin,

Di civata dilsozên wî de,

Bi lavijan pesnê wî bidin!

2 Bila Îsraêl bi afirandarê xwe şa be,

Bila gelê Sîyonê bi padîşahê xwe dilgeş be!

3 Bila bi reqisînê pesnê navê wî bidin,

Bila bi tef û bi çengê jê re bistirin!

4 Çimkî Xudan ji gelê xwe razî ye,

Ew nefsbiçûkan bi taca serketinê dixemlîne.

5 Bila dilsozên wî bi berzî û bi şahî kêf bikin,

Bila li ser nivînên xwe bi şahî bistirin!

6 Pezindana Xwedê di devê wan de,

Şûrê du devî di destê wan de,

7 Da ku ji miletan heyfê bistînin,

Û gelan ceza bikin,

8 Padîşahên wan bi zincîran,

Pêşewayên wan bi lelên hesin girê din!

9 Da ku, biryara nivîsandî di nav wan de rêve bibin!

Ev, şerefa hemû dilsozên wî ye.

Pesnê Xudan bidin!