Zebûr 148

Zebûr 148

1 Pesnê Xudan bidin!

Ji ezmanan pesnê Xudan bidin,

Ji berziyan pesnê wî bidin!

2 Ey hemû milyaketên wî, pesnê wî bidin,

Ey hemû ordiyên wî, pesnê wî bidin!

3 Ey roj û hîv, pesnê wî bidin,

Ey hemû stêrên birqok, pesnê wî bidin!

4 Ey ezmanên ezmanan,

Û avên li ser ezmanan,

Pesnê wî bidin!

5 Bila ew pesnê navê Xudan bidin,

Çimkî wî emir da û ew hatin afirandin;

6 Wî ew ji bo her û her, li cihê wan da rûniştandin,

Qanûnen ku danî, nayên betalkirin.

7 Ji ser rûyê erdê pesnê Xudan bidin,

Ey hûtên deryayê û hemû kûrahî,

8 Agir û zîpik û berf û ewr,

Bahozên ku bi fermana wî dikin,

9 Çiya û hemû mil,

Darên meywan û darên sediran,

10 Heywanên kûvî û dewar,

Yên ku li erdê dişêlin, çûkên ku difirin,

11 Padîşahên dinê û hemû gel,

Serok û serwerên hemû dinê,

12 Xortên mêrxas û keç,

Yên pîr û zarok!

13 Bila pesnê navê Xudan bidin,

Çimkî tenê navê wî berz e.

Berziya wî di ser erd û ezman re ye.

14 Wî ji bo gelê xwe serokek rakir,

Pesnê hemû dilsozên wî,

Û gelê Îsraêlê yê ku nêzikî wî ye bidin,

Pesnê Xudan bidin.