Zebûr 146
1 Pesnê Xudan bidin,
Ey canê min pesnê Xudan bide.
2 Heta ez hebim, ezê pesnê Xudan bidim,
Heta ez bijîm, ezê ji Xwedayê xwe re lavijan bêjim.
3 Bi mîran,
Bi mirovên ku nikarin we xelas kin ewle nebin.
4 Gava ku ew dimirin, ew dizivirin axê,
Wê rojê planên wan diqedin.
5 Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e,
Hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e.
6 Ew ku, wî erd û ezman,
Derya û hemû tiştên tê de afirand,
Ew hergav sozên xwe digire.
7 Ew heqê bindestan hiltîne,
Û xwarinê dide birçiyan,
Azad dike hêsîran.
8 Xudan çavên koran vedike,
Xudan yên piştxûz rast dike,
Xudan ji rastan hez dike.
9 Xudan xerîban diparêze,
Ji sêwî û jinebiyan re dibe alîkar,
Û riya xeraban şaş dike.
10 Serweriya Xudan her û her berdewam e,
Ey Siyon, Xwedayê te ji bo hemû nifşan e.
Pesnê Xudan bidin.