Zebûr 142
Maskîla Dawid, gava ku li şikeftê dua dikir.
1 Ez bi dengê xwe hawar dikim li Xudan,
Bi dengê xwe ji Xudan re lava dikim.
2 Ez dirêjim ber wî, gazinên xwe,
Li pêş wî dibêjim, tengahiyên xwe.
3 Gava ku ruhê min di hundirê min de dixeriqe,
Tu bi riya min dizanî.
Li ser riya ku ez dimeşiyam, bi dizî dafik danîn.
4 Li aliyê min ê rastê binêre û bibîne,
Tu kes min nahesibîne,
Dera ku ez xwe bispêrimê nema,
Tu kes bala xwe nade min.
5 Ez li te dikim hawar, ya Xudan:
Min got, «Stargeha min,
Li diyarê jîndaran, para min tu yî.»
6 Goh bide hawara min,
Çimkî ez pirr neçar im;
Tu min, ji yên ku min dipelçiqînin azad ke,
Çimkî ew xurttir in ji min.
7 Tu min ji zîndanê derîne,
Da ku ez spasî bidim navê te.
Hingê wê yên rast bipêçin dora min,
Çimkî tê qenciyê bikî bi min.