Zebûr 138

Zebûr 138

Zebûra Dawid.

1 Ez bi hemû dilê xwe ji te re spas dikim, ya Xudan,

Li pêş îlahan, ezê bi lavijan pesnê te bidim.

2 Ezê bi ser perestgeha te ya pîroz ve xwar bibim,

Ji bo kerem û dilsoziya te,

Ezê ji navê te re spas bikim.

Çimkî te navê xwe û peyva xwe di ser her tiştî re girt.

3 Gava min bang kir, te ez bersîvandim,

Te hêz da min, te ez wêrek kirim.

4 Wê hemû padîşahên erdê, ji te re spas bikin, ya Xudan,

Çimkî wan, peyvên devê te bihîstin.

5 Ewê bi lavijan pesnê karên Xudan bidin,

Çimkî berziya Xudan mezin e.

6 Xudan bilind be jî,

Ew li nefsbiçûkan dinêre,

Pozbilindan ji dûrî ve dinase.

7 Ez bikevim tengahiyê, tu canê min diparêzî,

Li hember hêrsa dijminên min, tu destê xwe radikî,

Bi destê xwe yê rastê, tu min xelas dikî.

8 Ya Xudan, her ya ku te soz daye, tê bikî.

Kerema te her û her e,

Dev ji karên destê xwe bernede!