Zebûr 136
1 Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e;
Kerema wî her û her e!
2 Ji Xwedayê îlahan re spas bikin;
Kerema wî her û her e!
3 Ji Rebê reban re spas bikin;
Kerema wî her û her e!
4 Tenê ew karên nedîtî dike;
Kerema wî her û her e!
5 Bi şehrazayiya xwe wî ezman afirand;
Kerema wî her û her e!
6 Wî erd li ser avan belav kir;
Kerema wî her û her e!
7 Ronahiyên mezin wî afirand;
Kerema wî her û her e!
8 Wî tav afirand, da ku serwerî li rojê bike;
Kerema wî her û her e!
9 Ji bo serweriya şevê, wî heyv û stêr afirand;
Kerema wî her û her e!
10 Wî li Misirê nixuriyan kuşt;
Kerema wî her û her e!
11 Bi destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêj;
Kerema wî her û her e!
12 Îsraêlê ji navbera wan deranî;
Kerema wî her û her e!
13 Wî Derya Sor kir du şeq;
Kerema wî her û her e!
14 Kir ku Îsraêl di nav re derbas bibe;
Kerema wî her û her e!
15 Wî Fîrewn û ordiya wî avêt Derya Sor;
Kerema wî her û her e!
16 Wî gelê xwe li çolê meşand;
Kerema wî her û her e!
17 Wî li padîşahên mezin xist;
Kerema wî her û her e!
18 Wî padîşahên navdar kuşt;
Kerema wî her û her e!
19 Wî padîşahê Amoriyan Sîhon;
Kerema wî her û her e!
20 Û padîşahê Başanê Og kuşt;
Kerema wî her û her e!
21 Û ciyên wan bi mîrasî;
Kerema wî her û her e!
22 Ji evdê xwe Îsraêl re mîras hêşt;
Kerema wî her û her e!
23 Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e;
Kerema wî her û her e!
24 Û me ji dijminên me rizgar dike;
Kerema wî her û her e!
25 Yê ku xwarinê dide hemû canan ew e;
Kerema wî her û her e!
26 Ji Xwedayê ezmanan re spas bikin;
Kerema wî her û her e!