Zebûr 129
Lavija Hecê.
1 Niha bila Îsraêl bêje:
«Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min.
2 Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min,
Belê wan ez têk nebirim.
3 Cotkaran li ser pişta min çot ajotin,
Şopên xwe dirêj kirin.»
4 Belê Xudan rastdar e,
Wî ez azad kirim.
5 Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin,
Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.
6 Bila wek giyayê li ser ban,
Beriya ku bigihîjin, ziwa bibin.
7 Pale, bi wê destê xwe,
Melûvan, bi wê himêza xwe tije nake.
8 Yên ku di rê de derbas dibin, bila nebêjin,
«Bereketa Xudan li ser we be,
Em bi navê Xudan we pîroz dikin.»