Zebûr 128
Lavija Hecê.
1 Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin,
Di riyên wî de dimeşin!
2 Tê keda destê xwe bixwî,
Ewê dilgeşî û firehî ya te be.
3 Di hundirê malê de jina te, wê bibe wek dêliya berdar;
Zarokên te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin.
4 Va ye, zilamê ku ditirse ji Xudan,
Bi vî awayî tê pîrozkirin.
5 Xudan te li Sîyonê pîroz bike!
Di hemû rojên jiyana xwe de,
Tu firehiya Orşelîmê bibînî.
6 Û tu, zarokên zarokên xwe bibînî!
Aştî li ser Îsraêlê be!