Zebûr 127

Zebûr 127

Lavija Hecê ya Silêman.

1 Eger Xudan malê çêneke,

Avakar beredayî dixebitin.

Eger Xudan bajêr neparêze,

Notirvan beredayî hişyar dimîne.

2 Zû rabûn,

Dereng razan,

Xema derbasiyê kirin, ji bo we pûç e.

Çimkî Xudan, razayî be jî, dide heskiriyê xwe.

3 Zarok ji Xudan mîras in,

Berê malzarokê, perrû ye.

4 Tîrê di destê mêrxas de çi be,

Zarokên ku di xortaniyê de çêdibin, ew in.

5 Xwezî bi wî zilamî ku rextê wî yê tîran tije ye!

Gava ku ew li ber derê bajêr bi dijminên xwe re devjenî dike,

Ew şermî nabe.