Zebûr 126

Zebûr 126

Lavija Hecê.

1 Gava ku Xudan, yên ku ji Siyonê çûbûn anî,

Ev wek xewnekê li me bû xuyanî.

2 Hingê devê me bi ken,

Zimanê me bi qêrîna şahiyê tije bû.

Îcar di nav miletan de gotin:

«Xudan ji bo wan karên mezin kir.»

3 Xudan ji bo me karên mezin kir,

Ji bo vê yekê em şa ne.

4 Ya Xudan, tu firehiya me bi şûn ve bîne,

Çawa ku te li Negevê lehî rakirin.

5 Yên ku bi hêsirên çavan çandin,

Wê bi şahî bidirûn;

6 Yê ku bi girî çû tovê xwe biçîne,

Helbet wê rake qevda berê xwe û bi şahî bîne.