Zebûr 125

Zebûr 125

Lavija Hecê.

1 Yên ku bi Xudan ewle ne, wek çiyayê Siyonê ne,

Bêleq in, her û her li ciyê xwe ne.

2 Wek ku çiyayan, dor li Orşelîmê pêça ne,

Ji niha heta her û her,

Xudan gelê xwe pêça ye.

3 Divê gopalê xeraban,

Li ser axa ku ji bo rastan hatiye veqetandin, nemîne.

Da ku yên rast destê xwe dirêjî xerabiyê nekin.

4 Ya Xudan, tu qenciyê bike,

Ji bo yên baş û dilrastan.

5 Belê yên ku li riya xwe ya xwar diçin,

Xudan wan bi xeraban re ceza dike.

Aştî li ser Îsraêlê be!