Zebûr 122
Lavija Hecê ya Dawid.
1 Gava ji min re dibêjin, «Em herin mala Xudan»
Ez şa dibim.
2 Lingên me li ber derên te disekinin,
Ey Orşelîm!
3 Orşelîm ku,
Wek bajarek bi pergal û bi aheng hatiye avakirin!
4 Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan,
Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin,
Sipasî bidin navê Xudan.
5 Çimkî li wê derê textên dadbarkirinê,
Textên mala Dawid hatine danîn.
6 Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin:
«Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin!
7 Bila di nav sûrên te de aştî hebe,
Qesrên te di nav aştiyê de bin!»
8 Ji bo xatirê bira û hevalên xwe,
Ezê bêjim, «Aştî li ser te!»
9 Ji bo xatirê mala Xudanê me Xwedê,
Ezê qenciya te bixwazim.