Zebûr 112
1 Pesnê Xudan bidin!
Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin,
Bi emrên wî gellek dilşa dibin!
2 Wê nîjada wan li rûyê erdê hêzdar be,
Wê nîjada rastan pîroz be.
3 Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be,
Rastdariya wî her û her bimîne.
4 Ji bo rastan di tariyê de ronahî dertê:
Ew dilovan, keremdar û rastdar e.
5 Xwezî bi wî ku destfireh e û deyn dide,
Ew karên xwe bi dadperwerî dike!
6 Ew tu car naleqe,
Yê rastdar her û her tê bibîranîn.
7 Ew natirse ji xebera xerab,
Bi Xudan ewledar e, dilê wî bêleq e.
8 Ew mêrxas e, natirse,
Di dawiyê de, têkçûna dijminên xwe dibîne.
9 Wî belav kir, wî da hejaran;
Rastdariya wî her û her dimîne,
Qiloçê wî bilind dibe.
10 Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe,
Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede.
Daxwaza xeraban tune dibe.