Zebûr 101
Zebûra Dawid.
1 Ezê kerem û dadperweriya te bi lavijan bêjim,
Ezê bi îlahiyan pesnê te bidim, ya Xudan.
2 Ezê bi şehrezayî di riya tekûziyê de herim,
Tê kîngê werî ba min?
Di hundirê mala xwe de bi tekûziya dil bigerim.
3 Ezê tucar rê nedim ya xerab,
Nefret dikim ez ji karê durûyan,
Ew napeşke min.
4 Bila ji min dûr be durûtî,
Ez nas nakim xerabiyê.
5 Ezê tune bikim, yê ku fesadiya dostê xwe dike,
Ez ranagirim yê ku ji jor de dinêre, dilqure ye.
6 Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e,
Ez dixwazim ew li ba min rûnên;
Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet.
7 Wê li mala min rûnenê zilamê hîlekar,
Li ber çavê min nemîne, yê derewkar.
8 Ezê her sibe, tune bikim xerabên welat,
Da ku ez ji bajarê Xudan, bavêjim hemû kesê fesad,