Zebûr 100

Zebûr 100

Zebûra spaskirinê.

1 Ey tevahiya dinyayê, bi şahî ji bo Xudan biqîrin!

2 Bi şahî biperizinê,

Bi lavijên şahî derkevin pêşberî wî!

3 Bizanibin ku Xudan Xwedê ye.

Wî em afirand, em yên wî ne,

Em gelê wî, miyên mêrga wî ne.

4 Bi spasî derbas bibin, di derê wî de,

Bi pesindan têkevin hewşên wî!

Ji wî re spas bikin, pîroz bikin navê wî!

5 Çimkî qenc e Xudan,

Heskirina wî her û her e.

Dilsoziya wî herdem dajo.