Ûnis 4

Hêrsbûna Ûnis û Dilovaniya Xwedê

1 Ev yek gelek li zora Ûnis çû û ew hêrs bû.

2 Wî ji Xudan re dua kir û got: «Ax, ya Xudan, hê gava ku ez li welatê xwe bûm, ma min ev negot? Ji ber vê yekê ez tafilê reviyam Tarşîşê. Min dizanibû tu Xwedayekî gelek bi rehm û dilovan î, tu dereng hêrs dibî, kerema te pir e û tu dev ji cezakirinê berdidî.

3 Û niha ya Xudan, ji kerema xwe niha canê min bistîne; çimkî ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.»

4 Xudan got: «Ma çi heqê te heye ku tu hêrs bibî?»

5 Ûnis ji bajêr derket û li rojhilatê bajêr rûnişt. Wî li wir ji bo xwe holikek çêkir û di bin siya wê de rûnişt, da ku bibîne ka wê çi bê serê bajêr.

6 Xudan Xwedê ji bo ku Ûnis ji rewşa xerab rizgar bike û ji serê wî re siyê çêke, dêliyeke kundiran peyda kir. Ûnis bi wê gelek kêfxweş bû.

7 Lê dotira rojê ber destê sibê, Xwedê kurmikek peyda kir, kurm ket li dêliya kundir û ew hişk kir.

8 Gava ku tav derket, Xwedê bayê rojhilat ê bi şewat rakir û tavê li serê Ûnis xist; ew sist bû. Wî xwest ku bimire û got: «Ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.»

9 Lê belê Xwedê ji Ûnis re got: «Ma heqê te heye ku tu ser dêliya kundirî hêrs bibî?»

Ûnis got: «Heqê min heye, ez ji ber hêrsa xwe dikim bimirim.»

10 Paşê Xudan got: «Tu li ber wê dêliya kundirî dikevî ku te di ber de ked nedaye û mezin nekiriye. Ew kundirê ku di şevekê de şîn bû û di şevekê de jî hişk bû.

11 Îcar ez, li ber Nînewayê, li ber wî bajarê mezin nekevim? Li wî bajarî ji sed û bîst hezarî zêdetir mirov hene ku ji ber xwe nizanin qencî û xerabiyê ji hev derxin û herwiha gelek heywan jî hene.»