Ûnis Diçe Nînewayê
1 Peyva Xudan cara diduyan ji Ûnis re hat:
2 «Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin û ya ku ezê ji te re bêjim bide bihîstin.»
3 Ûnis rabû û li ser peyva Xudan çû Nînewayê. Nînewa bajarekî wisa mezin bû ku bi qasî rêveçûna sê rojan bû.
4 Ûnis ket bajêr, qasê rojekê rê ve çû û bi dengekî bilind got: «Çil roj bi şûn de, wê Nînewa serobino bibe.»
5 Xelkê Nînewayê bawerî bi Xwedê anî. Rojî girt û ji mezinan heta biçûkan, her kesî çûx wergirt.
6 Gava ku padîşahê Nînewayê ev yek bihîst, ji ser textê xwe rabû, xeftanê xwe deranî, çûx li xwe pêça û li ser xweliyê rûnişt.
7 Piştre li Nînewayê ev ferman da: «Fermana padîşah û giregiran ev e:
‹Divê ne mirov û ne jî heywan tiştekî bixwe an vexwe. Herwiha pez û dewar divê neçêrin û avê venexwin.
8 Bila hemû mirov û heywan çûx li xwe bikin û bi hêzdarî gazî Xwedê bikin. Bila her kes ji riya xerab bizivire û destê xwe ji zordariyê bikişîne.
9 Kî zane? Belkî wê gavê Xwedê fikra xwe biguhere, dev ji hêrsa xwe ya mezin berde û em helak nebin.›»
10 Xwedê kirinên Nînewayiyan dît. Ew ji gunehên xwe zivirîbûn. Li wan hat rehmê, fikra xwe guhert, tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir.