Duaya Ûnis
1 Ûnis ji zikê masî, ji Xwedayê xwe Xudan re dua kir û got:
2 «Min di tengahiya xwe de gazî Xudan kir
Û wî bersiva min da.
Min ji binê diyarê miriyan kir hawar,
Te dengê min bihîst.
3 Te ez avêtim kûrahiyê, binê deryayê.
Pêlên avan ez rapêçandim,
Hemû pêl û şîpên te di ser min re derbas bûn.
4 Min got: ‹Ez ji hizûra te hatim avêtin,
Lê belê cardin ezê li Perestgeha te ya pîroz binêrim.›
5 Avê ez rapêçandim, gihîştin heta ber dêv,
Kûrahiyê dor li min pêça,
Kevz li serê min herbilî.
6 Ez daketim binê çiyan,
Dinya, her û her li ser min hat radan.
Lê ey Xwedayê min Xudan,
Te canê min ji çalê deranî.
7 Gava ku canê min dixeriqî, min Xudan bibîr anî.
Dua min a ji bo te
Gihîşt perestgeha te ya pîroz.
8 Yên ku xwe dispêrin pûtên derewîn,
Ji te re dilsoz namînin.
9 Lê belê ezê bi dengekî bilind spasiya te bikim
Û ji bo te gorî pêşkêş dikim;
Ya ku min soz daye, ezê bicih bînim.
Xilasbûn ji Xudan tê.»
10 Xudan li masî emir kir û masî Ûnis vereşiya bejahiyê.