Mora Heftan û Bixûrdanka Zêrîn
1 Û çaxê Berx mora heftan vekir, li dor nîv saetê li ezmên bêpêjiniyeke mezin çêbû.
2 Hingê min heft milyaketên ku li ber Xwedê rawestabûn dîtin. Heft borî ji wan re hatin dayîn.
3 Û milyaketekî din hat ku di destê wî de bixûrdanka zêrîn hebû û ew li ber Gorîgeha zêrîn rawesta. Gelek bixûr* jê re hat dayîn, da ku li ser Gorîgeha zêrîn ya li ber text, bi duayên hemû pîrozan pêşkêş bike.
4 Û dûmana bixûrê bi duayên pîrozan re ji destê milyaket bilind bû ber Xwedê.
5 Piştre milyaket rahişt bixûrdankê û ew ji agirê Gorîgehê dagirt û avêt ser erdê. Xurexura ewran, deng, birûsk û erdhejîn çêbûn.
Çar Boriyên Pêşî
6 Hingê heft milyaketên ku heft borî bi wan re bûn xwe amade kirin, ku li boriyan bixin.
7 Û yê pêşî li boriyê xist, teyrok û agirê tevli xwînê bûyî çêbû û hat avêtin ser erdê. Û sêyeka erdê şewitî, sêyeka daran şewitî û hemû giyayê şîn şewitî.
8 Milyaketê diduyan li boriyê xist, tiştekî wek çiyayekî mezin ku bi êgir dişewitî hat avêtin nav deryayê û sêyeka deryayê bû xwîn.
9 Hingê sêyeka wan afirînên ku di deryayê de dijiyan mirin û sêyeka gemiyan telef bû.
10 Milyaketê sisiyan li boriyê xist û stêreke mezin ya ku wek xetîre dişewitî ji ezmên ket ser sêyeka çeman û ser çavkaniyên avê.
11 Navê stêrê Zerender e. Sêyeka avê wek zerender tehl bû û gelek mirov ji avê mirin, çimkî av tehl bûbû.
12 Û milyaketê çaran li boriyê xist, sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran derb standin, wusa ku sêyeka wan tarî dibû, sêyeka rojê û sêyeka şevê jî bê ronahî dima.
13 Hingê min nêrî û min dengê eylo bihîst ku di nîvê ezmên de difirî û bi dengekî bilind digot: «Ji ber dengê boriyên wan sê milyaketên mayî yên ku wê li boriyê bixin: Wey, wey, wey li wan ên ku li ser rûyê erdê rûdinin.»