Textê li Ezmên
1 Piştî van tiştan min dît ku va ye, li ezmên deriyekî vekirî heye. Ew dengê ku min pêşî bihîstibû û wek dengê boriyê bû, ji min re got: «Hilkişe vir û ezê wan tiştên ku divê ji niha û pê ve çêbin, nîşanî te bidim.»
2 Di cih de Ruh hat ser min, min dît, textek li ezmên hebû û li ser text yek rûniştî bû.
3 Û dîtina yê rûniştî mîna kevirê yêşîm û eqîqê sor yê şewqdar bû. Li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû.
4 Li hawirdora text bîst û çar textên din hebûn û li ser wan textan bîst û çar rihspî rûdiniştin. Li ser serê wan tacên zêrîn hebûn û cilên spî wergirtibûn.
5 Û ji text birûsk, deng û xurexurên ewran derdiketin. Û li ber text heft xetîrên êgir yên pêketî hebûn, ew heft ruhên Xwedê ne.
6 Li ber text tiştek wek deryayeke camîn û mîna belûr hebû.
Û li navendê, li hawirdora text, çar afirîdên* jîndar hebûn ku ji pêş û ji paş ve bi çavan tije bûn.
7 Afirîdê pêşî mîna şêr bû, yê diduyan mîna conega bû û rûyê afirîdê sisiyan wek rûyê mirovan bû û afirîdê çaran mîna eyloyê firek bû.
8 Û ji çar afirîdan her yek ji wan şeş baskên wî hebûn, hawirdora wî û hundirê wî bi çavan tije bû. Bi şev û bi roj bê rawestin dibêjin:
«Pîroz, pîroz, pîroz,
Xudan, Xwedayê karîndarê* her tiştî,
Yê ku Hebû, Yê ku Heye û Yê ku Wê Bê.»
9 Û her cara ku çar afirîdên jîndar rûmet, hurmet û şikiriyê didin yê ku li ser text rûniştiye û her û her dijî,
10 bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin* wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin:
11 «Ya Xudan, Xwedayê me,
Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî.
Çimkî te her tişt afirandin
Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.»