Padîşahiya Hezar Salî
1 Û min milyaketek dît ku ji ezmên dihat xwarê; di destê wî de mifta kortala* bêbinî û zincîreke mezin hebû.
2 Wî ejder, marê kevin ê ku Îblîs, yanî Şeytan e, girt û ew hezar salî girêda.
3 Wî ew avêt kortala bêbinî, ser wî girt û mor kir, da ku heta hezar sal temam bibin êdî miletan nexapîne. Piştî vê yekê divê ku ew demeke kurt bê berdan.
4 Min text dîtin û ew li ser wan rûniştin, desthilatî ji wan re hat dayîn, ku ew dîwanê bikin. Îcar min canê wan ên ku ji ber şahidiya Îsa û ji ber peyva Xwedê serê wan hatiye birrîn dîtin. Ew ji cenawir re û ji sûretê wî re neçûne ser çokan û li ser eniya xwe û li ser destê xwe deq nestandine. Ew vejiyan* û wan bi Mesîh re hezar salî padîşahî kir.
5 Ew miriyên ku bi şûn de man, heta hezar sal temam bûn venejîn*. Vejîna pêşî ev e.
6 Yê ku para wî di vejîna pêşî de heye pîroz e û xwezî bi wî; hukumdariya mirina diduyan li ser wan tune. Lê belê wê bibin kahînên* Xwedê û yên Mesîh û wê bi wî re hezar salî padîşahiyê bikin.
Îblîs Tê Dîwankirin
7 Çaxê hezar sal temam bibin, Îblîs wê ji zîndanê bê berdan.
8 Ewê derkeve, da ku wan miletên ku li ser her çar riknên erdê ne – Gog û Magog – bixapîne û ji bo cengê wan li cihekî bicivîne. Hejmara wan wek seylaka* ber deryayê ye.
9 Ew derketin ser pehnahiya erdê û hawirdora wargehê pîrozan û bajarê hezkirî girtin. Lê ji ezmên agir hat xwarê û ew xwarin.
10 Îcar ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê, cihê ku cenawir û pêxemberê derewîn tê de ne. Bi şev û roj, her û her ezab wê li wan bê kirin.
Dîwana Dawî
11 Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.
12 Û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di kitêban de nivîsî bûn, hatin dîwankirin.
13 Û deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarê* miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan. Û her yek li gor kirinên xwe hat dîwankirin.
14 Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina diduyan e.
15 Û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.