Şabûna li Ezmên
1 Piştî van tiştan, min li ezmên dengekî bilind bihîst, wek dengê elaleteke* mezin bû û digot:
«Helêlûya*!
Xilasî, rûmet û hêz, yên Xwedayê me ne!
2 Çimkî dîwankirina wî rast û dadperwer* e.
Wî dîwana fahîşeya mezin kir,
Ya ku rûyê erdê bi fuhûşiya xwe xera kiriye
Û wî heyfa xwîna pîrozên xwe jê stand.»
3 Û cara diduyan gotin:
«Helêlûya*!
Dûmana bajêr her û her bilind dibe.»
4 Bîst û çar rihspî û çar afirîdên jîndar deverû çûn ser çokan û perizîn Xwedayê ku li ser text rûniştiye û gotin:
«Amîn, Helêlûya.»
5 Hingê dengek ji text hat û got:
«Ey hemû xulamên wî yên ku ji wî ditirsin,
Biçûk û mezin pesnê Xwedayê me bidin.»
6 Piştre min dengek wek dengê elaleteke mezin, dengê gelek avê û dengê xurexura ewrên hêzdar bihîst ku digot:
«Helêlûya!
Çimkî Xudan Xwedayê me,
Karîndarê her tiştî, hukumdariyê dike.
7 Em şa û dilgeş bibin
Û em rûmetê bidin wî.
Çimkî daweta Berx hat
Û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.
8 Û jê re hat dayîn, ku ew
Kitanê hêja yê ku dibiriqe û paqij e, wergire.»
Mana kitanê hêja, kirinên pîrozan ên dadperwer in.
9 Hingê milyaket ji min re got: «Binivîse: ‹Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta daweta Berx hatine vexwendin!›» Û ji min re got: «Evên ha peyvên Xwedê yên rast in.»
10 Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»
Mesîh Cenawir û Ordiyên Wî Bindest Dike
11 Hingê min ezman vebûyî dît. Va ye, hespekî boz. Ji siwarê wî re Yê Dilsoz û Rast tê gotin; ew di şer û dîwankirinê de dadperwer e.
12 Çavên wî wek pêta êgir in û li ser serê wî gelek tac hene. Navekî wî yê nivîsî heye ku ji wî pê ve tu kes nizane.
13 Û cilek li xwe kiriye ku li xwînê hatiye xistin û navê wî ‹Peyva* Xwedê› ye.
14 Ordiyên li ezmên ên ku bi kitanê hêja yê spî û paqij hatibûn wergirtin, li ser hespên boz li pey wî dihatin.
15 Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku li miletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe.
16 Li ser cilê wî û li ser kemaxa wî navekî nivîsî heye: PADÎŞAHÊ PADÎŞAHAN Û XUDANÊ XUDANAN.
17 Û min milyaketek dît ku li ser rojê disekinî û bi dengekî bilind gazî kir û ji hemû teyrên ku di nava ezmên de difirîn re got: «Werin ziyafeta Xwedê ya mezin, li cihekî bicivin,
18 da ku hûn goştê padîşahan, goştê serdaran, goştê mêrxasan, goştê hespan û siwarên wan, goştê hemû azad û xulaman, biçûk û mezinan bixwin.»
19 Hingê min cenawir û padîşahên dinyayê û ordiyên wan li cihekî civiyayî dîtin, da ku cengê bi siwarê hêsp û bi ordiya wî re bikin.
20 Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî* hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.
21 Yên bi şûn de mayî, bi wî şûrê ku ji devê siwarê hêsp derdiket, hatin kuştin û hemû teyran ji goştê wan têr xwar.