Hilweşîna Babîlê
1 Piştî van tiştan min milyaketekî din dît ku ji ezmên dihat xwarê. Desthilatiya wî ya mezin hebû û ji rûmeta wî rûyê erdê bû ronahî.
2 Wî bi dengekî xurt gazî kir û got:
«Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya!
Bû cih û warê cinan
Û nivana hemû ruhên nepak,
Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar.
3 Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har
Hemû miletan vexwar
Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin;
Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»
4 Hingê min ji ezmên dengekî din bihîst ku digot:
«Ya gelê min, ji wê derkevin,
Da ku hûn nebin hevparên gunehên wê
Û ji belayên wê
Parê nestînin.
5 Çimkî gunehên wê gihîştin heta bi ezmên
Û Xwedê neheqiyên wê anîn bîra xwe.
6 Wê bi xwe çawa dabe, hûn jî wusa bidin wê
Û li gor kirinên wê du qat bidin wê;
Û ew kasa ku wê daye vexwarin, hûn du qat bi wê bidin vexwarin.
7 Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe,
Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê.
Çimkî di dilê xwe de dibêje:
‹Ez bi şahbanûyî* rûdinim,
Ez ne jinebî me
Û ez tu caran şînê nagirim.›
8 Ji bo vê yekê belayên wê
– Mirin, şîn û xela – wê di rojekê de bên
Û ewê bi êgir bê şewitandin.
Çimkî Xudan Xwedayê ku dîwana wê dike, hêzdar e.»
9 Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.
10 Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin:
«Wax, wax, bajarê mezin,
Bajarê hêzdar, Babîl!
Çimkî dîwanbûna te wusa di saetekê de hat.»
11 Bazirganên dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bigirin. Çimkî malên wan,
12 zêr û zîv, kevirên hêja, lal û dur, kitanê hêja, qumaşên binefşî, hevrîşim, qumaşên sor, her cûreyê darê bîhnxweş û her tiştên ji diranên fîlan, tiştên ji darê herî hêja, ji tûnc, ji hesin û ji mermer;
13 darçîn, biharat, bixûr*, rûnê bîhnxweş, cewîşêrîn*, şerab, dohnê zeytê, arê xas, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirovan êdî tu kes nakirre.
14 Ew dibêjin:
«Ew fêkiyên ku dilê te diçû wan
Ji destê te derketin,
Tiştên şewqdar û dilkêş
Ji te re neman
Û êdî tu kes tu caran wan nabîne.»
15 Bazirganên van tiştan, yên ku ji Babîlê dewlemend bûne, wê ji tirsa cefayê wê li dûr bisekinin û bi şîn û girîn bêjin:
16 «Wax, wax, bajarê mezin!
Ku bi kitanê hêja, qumaşê binefşî û sor hatiye pêçan
Û bi zêr, kevirê hêja û bi duran hatiye xemilandin!
17 Evqas dewlemendî di saetekê de wêran bû!»
Û her qaptanê gemiyê û her rêwiyê ku bi gemiyê diçe cihekî, gemîvan û hemû yên ku bi kar û xebatên deryayê abora xwe dikin, li dûr disekinîn
18 û gava dûmana şewitandina wî didîtin, bi qîrîn digotin: «Ma bajarekî din ê wek vî bajarê mezin heye?»
19 Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin:
«Wax, wax, bajarê mezin!
Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene
Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn.
Lê wusa di saetekê de bajar wêran bû.
20 Ey ezmanno û hûn pîrozno!
Şandîno û pêxemberno! Li ser wî şa bibin!
Çimkî Xwedê dîwana wî kir, heqê we ji wî stand.»
21 Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got:
«Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin
Û êdî tu caran xuya nabe.
22 Êdî dengê çengvan, muzîkvan,
Bilûrvan û borîzanan
Tu caran di nav te de nayê bihîstin.
Êdî pîşekarên tu pîşeyî
Tu caran di nav te de peyda nabin.
Û êdî dengê beraşan
Tu caran di nav te de nayê bihîstin.
23 Êdî ronahiya qendîlan
Tu caran di nav te de ronahî nade
Û êdî dengê bûk û zava
Tu caran di nav te de nayê bihîstin.
Bazirganên te giregirên dinyayê bûn
Û hemû milet bi sêrbaziya te ji rê derketin.
24 Xwîna pêxember, pîroz û hemûyên ku
Li ser rûyê erdê hatine şerjêkirin ket stûyê wî bajarî.»