Heft Milyaket û Heft Bela
1 Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft milyaket ku heft belayên dawîn bi wan re bûn. Çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.
2 Min dît ku tiştekî wek deryayeke camîn a bi êgir tevlihev hebû û min dît yên ku li hember cenawir û sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketibûn, li ser deryaya camîn radiwestan. Çengên* ku Xwedê dane wan di destên wan de bûn
3 û strana xulamê Xwedê Mûsa* û strana Berx distrandin û digotin:
«Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî,
Karên te mezin û ecêb in;
Ya Padîşahê miletan,
Riyên te rast û dadperwer* in.
4 Ya Xudan, kî natirse
Û rûmetê nade navê te?
Çimkî bi tenê tu pîroz î,
Hemû milet wê bên
Û li ber te herin ser çokan,
Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»
5 Piştî van tiştan min dît ku li ezmên Perestgeh, yanî Konê* Şahidiyê vebû.
6 Heft milyaketên ku heft bela bi wan re bûn ji Perestgehê derketin. Wan kitanê paqij yê ku dibiriqî li xwe kiribûn û kemberên zêr li singên xwe pêçabûn.
7 Yekî ji çar afirîdên jîndar heft piyanên zêrîn yên ku bi xezeba wî Xwedayê ku her û her dijî tije bûn, dan heft milyaketan.
8 Û Perestgeh bi dûmana rûmet û hêza Xwedê tije bû û heta ku heft belayên heft milyaketan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve Perestgehê.