Îbranî 8

Îsa Serokkahînê Peymana Çêtir e

1 Niha, ji wan tiştên ku em dibêjin ya sereke ev e: Serokkahînekî me yê weha heye yê ku li ezmanan, li milê rastê yê textê Bilindahiyê rûniştiye.

2 Ew karbidestê pîrozgehê, yanî konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye.

3 Çimkî her serokkahîn ji bo pêşkêşkirina diyarî û goriyan tê destnîşankirin. Ji bo vê yekê divê tiştekî ku Serokkahînê me jî pêşkêş bike hebe.

4 Eger ew li ser dinyayê bûya, ew bi xwe nedibû kahîn, çimkî ji xwe yên ku li gor Şerîetê diyariyan pêşkêş dikin, hene.

5 Evên ha di vê Perestgehê* de xizmetê dikin a ku sûret û siya ya ezmanî ye. Çimkî gava ku Mûsa li ber çêkirina konê perizînê bû, ji aliyê Xwedê ve weha hat hişyarkirin: «Binêre ku tê her tiştî li gor mestereya* ku li çiyê ji te re hatiye nîşandan çêkî.»

6 Lê Îsa xizmeteke hê bilindtir stand wek ku ew jî navberkarê peymaneke hê çêtir e, çimkî ew peyman li ser sozên çêtir hatiye danîn.

7 Eger ew peymana pêşî bêkêmahî bûya, hewcedarî bi ya diduyan nedima.

8 Lê Xwedê gelê xwe biqusûr dibîne û dibêje:

«Xudan dibêje: ‹Va ye, roj tên

Ku ezê bi mala Îsraêl re

Û bi mala Cihûda* re

Peymaneke Nû girêdim.

9 Ne wek wê peymana ku min

Bi bav û kalên wan re girêda,

Peymana wê roja ku min destê wan girt,

Ku ez wan ji diyarê Misrê derînim.›

Xudan dibêje:

‹Çimkî ew di peymana min de neman,

Min jî ji bo wan xem nexwar.›

10 Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan

Peymana ku ezê bi mala Îsraêl re girê bidim ev e:

Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan

Û ezê wan li ser dilê wan binivîsim.

Ezê bibim Xwedayê wan,

Û ew jî wê bibin gelê min.

11 Êdî tu kes hemwelatiyê xwe,

Û tu kes birayê xwe hîn nake

Û nebêje: ‹Xudan nas bike!›,

Çimkî ji yê biçûk heta yê mezin

Ew hemû wê min nas bikin.

12 Çimkî ezê li hember neheqiyên wan dilovan bim

Û êdî ez gunehên wan tu caran naynim bîra xwe.›»

13 Bi gotina «Peymana Nû», Xwedê ya pêşî kevin kiriye. Îcar ya ku kevnar û kevin bûye, li ber windabûnê ye.