Şîret û Hişyarî
1 Îcar dewlemendno, niha werin û li ser rebeniya xwe ya ku wê bê serê we bigirîn û bikin qîrîn.
2 Dewlemendiya we riziyaye û bizûzkan cilên we xwariye.
3 Zêr û zîvên we zengarî bûne. Zengara wan wê li hemberî we şahidiyê bike û wek êgir goştê we bixwe. Di rojên dawîn de we xezîne civandin.
4 Va ye, heqê wan karkerên ku zeviyên we dirûtine û we bi hîle ji wan standiye, diqîre. Hawar hawara paleyan gihîştiye guhê Xudanê* Ordiyan.
5 We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir.
6 We yê rast ê ku li ber we ranabe, sûcdar derxist û kuşt.
Sebra di Êşê de
7 Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare.
8 Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.
9 Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye!
10 Birano, pêxemberên* ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin.
11 Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine*, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb* bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.
12 Îcar birayên min, berî her tiştî, sond nexwin. Ne bi erdê, ne bi ezmên û ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Bila erêya we «Erê» û naya we «Na» be, da ku hûn neyên dîwankirin.
Duaya Baweriyê
13 Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan* bêje.
14 Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê* bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin.
15 Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin.
16 Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.
17 Êlyas* jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî.
18 Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da.
19 Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê* bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne,
20 bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.